Rêjeya karê neyasayî di warê avakirinê de zêde bûye

2:18 min

Sala derbasbûyî zêdî 200 agahî derbarê pirsgirêkên di warê avakirina xaniyan de geheyştine projeya Fair Play Bygg.

Yek ji berpirsyarên vê projeyê Peter Leander e, ew behsa zêdebûna rêjeya karên neyasayî di warê avakirina xanyan de dike û dibêje:

-Ev tawaneke mezin e. Tawaneke mezin e ku di warê avakirina xaniyan de tê kirin. Rêjeya van tawankariyan jî ber bi zêdebûnê ve diçe, û kêm nabe.

Nêzî pênc sal in ku saziyên weke Stockholms byggmästareförening och Fackförbundet Byggnads Stockholm-Gotland piştgîriya vê projeya Fair Play Bygg dikin. Armanc ew e ku bi vî awayî rê bigirin li hember aliyên ku di warê avakirina xaniyan de karên neyasayî dikin.

 

Ji bo agahiyên bêhtir guhdariya temamê raporê bikin

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista