Swêd êrişên teroristî yên li Sri Lankayê şermezar dike

1:31 min

Du roj bi ser hêrişên teroristî yên li Sri Lankayê ve derbaz bûn. Berpirsên swêdî her zû hest û helwêstên xwe diyar kirin.

Serokwezîrê Swêdê Stefan Löfvenî roja yekşemê di Twitterê de got ku ew hêrişên hanê yên hovane yên dijî mirovên bêtawan bi xurtî şermezar dike û sebr û hedar ji kesûkarên qurbanên hêrişan re xwast.