Hikûmet dixwaze cezayê kuştinê hepskirina miebed be

1:08 min

Hikûmet dixwaze cezayê kuştinê hepskirina miebed be û derbarê vê pêşniyazê, wezîrê dadê Morgan Johansson dibêje kuştin tawaneka herî giran e, ji ber wê dibê yê bikuj jî cezayê herî giran bistîne.

Ew jî zindankirina miebed be, li gor Morgan johansson.

Cezayekê weha dikare bibe sebeb ku tawanên kuştinê kêmtir bibin.Li gor qanûna heyî, cezayê bikujan 14-sal zindankirin e. Hikûmetê divê di qanûna tawankariyê de hin rewş bên diyar kirin ku hêjayî cezayê hepskirina miebed bin. Ji wan rewşan: kuştina plankirî, kuştina ji bo veşartina tawaneka din, kuştina hovane.

Ji bo agahiyên bêtir, li nûçeyê guhdarî bike!

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista