Swêd mazûvaniya lîstikên olîmpiyadê nake

1:07 min

Di civîna îro ya Komîteya Olîmiyada Navneteweyî de li Lozanê (Lausanneê) de, serokê komîteyê Thomas Bach ragihand ku bajarên Milano-Cortina yên Îtalyayê dê lîstikên olîmpiyadê yên zivistana 2026-ê amade bikin.

Swêdê jî xwastibû bibe mazûvana wê olîmpiyadê. Lê, xuya bû ku di civîna îro ya Komîteya Olîmpiyadê de 47 nûneran ji bo Mîlanoyê û 34 nûneran ji bo Stockholm-Åreyê deng dabû.

Ev cara heftê ye di dema nû de ku Swêd dixwaze yariyên olîmpiyadê himbêz bike û ev cara sêyê ye ku Îtalya pêşbirkeyên hanê organîze dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista