Sabuni ji bo serokatiya Lîberalan pêşniyaz e

0:38 min

Êvara duşemê komîteya rawêj ya partiya Lîberalan Nyamko Sabuni ji bo serokatiya partiyê pêşniyaz kir.

Ji bilî Nyamko Sabuni, Erik Ullenhag jî xwe ji bo wê postê berbijêr kiriye. Roja îniyê 28-ê hezîranê, nûnerên rêxistinên partiya Lîberalan dê di kongreyeka giştî ya awarte de ji bo hilbijartina serokpartiyekî li şûna Jan Björklundî deng bidin. Piraniya rêxistinên partiyê yên parêzgehan piştgiriya Nyamko Sabuni dikin. Lê, nûnerên wan azad in ka kîjan berbijêrî hilbijêrin. Gelekan ji wan her ji niha biryar daye ku dengê xwe bidin Erik Ullenhagî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista