Mewlûda Hesen:

”Ew qîmetê didin jin û zarokan”

8:54 min

Dêûbavên nû ne li Swêdê piștgîriyeke taybet ji aliyê birêvebiriya taxa Rinkeby-Kista werdigirin da bilez derbasî civakê bibin.

Mewlûda Hesen û Abdelbaqî Mihemed bi her sê zarokên xwe re hatine seyrana destpêka havînê ya ku taybetî ji bo van malbatên nû ne li Swêdê hatiye amade kirin.

Ew ji alîkariya birêvebiriya taxê gelekî razî ne û dibêjin ji bo jiyana wan li Swêdê û naskirina adet û qaydeyên swêdî giring e.

Ya bêhtir bala Mewlûda Hesen li vî welatê nû kișand mafê jinê û zarokan e, ew dibêje:

"Swêd li min xwedî derket ji ber wê ez jî dixwazim xizmeta vî welatî bikim".

Birêvebiriya taxa Rinkeby-Kista li Stockholmê piștgîriya ji bo dêûbavên nû li Swêdê pêwîst dîtin û ji ber wê beșekî taybet ji bo piștgîrî û danasîna civakî ji van dêûbavan re danî.

Ta nuha, di salek û nîvî de,têkilî bi dora 70 malbatan re danîne û piștgîriya wan her berdewam e ta ev malbat serbixwe bibin.

Ji bo agahiyên bêhtir guhdariya temamê raporê bikin!