Nyamko Sabuni: "Em ê mizakereyan bi SD re nekin"

1:53 min

Seroka nû ya Lîberalan Naymko Sabuni dibêje ew ê mizakereyan bi Demokratên Swêdê, SD re nekin.

– Em ê bi SD re hikûmetê ava nekin, em ê mizakereyan bi SD re nekin, lê di parlemanê de em ê weke hemû partiyên din bi wan re bidin û bistînin.

Ev gotinên seroka nû ya Lîberalan Nyamko Sabuni bûn, ku vê sibê Radyoya Swêdê hevpeyvînek pê re kir.

Belê, heftiya siyasî ya li Alemdalen berdewam e û îro ji partiyan dora Liberalan e. Nyamko Sabuni, ya ku bi eslê xwe ji Afrîqa ye îna derbasbûyî weke seroka nû ya partiyê hate hilbijartin. Di tarîxa Swêd de ev cara yekê ye ku siyasetvaneke bi koka xwe ne swêdî bûye seroka partiyeke di parlemanê de. Sabuni dibêje serokatiya wê sinayeleke baş dide kesên bi koka xwe biyanî ku eger mirov bixwaze îmkan heye mirov li vî welatî bibe her tişt.

Di pirsên entegrasyon û koçberiyê de Sabuni weke siyasetvaneke nisbeten hişk tê naskirin. Û di hevpeyvîna îro de wê peymana Liberalan a bi Sosyaldemokratan re rexne kir û got ”peyman ne li ser bingehê amancên hevbeş, lê li ser bingehê dûrxistina Demokratên Swêdê hate ava kirin û ev ne destpêkeke baş bû. Min navê ez li gor ne SD ne jî partiyeke din şikil bidime siyaseta xwe”.

Hevpeyvîna Radyoya Swêdê ya bi Sabuni re Olle Wiberg kir.