Zelamek bi tawana tecawiza bêqesd tê zindan kirin

1:39 min

Dadgeha bilind îro zelamekê 27-salî yê ku ji Västerbottenê ye li ser tecawiza bêqesd (oaktsam våldtäkt) hukim kir.

Ev biryara pêşîn e ya ku dadgeha bilind di çarçoveya qanûna nû ya razîbûna dualî (samtyckeslagenê) de dide.

Qanûna razîbûna dualî ya ku havîna par kete karî dibêje ku di têkiliyên cinsî de, divê her du aliyên eleqedar razîbûna xwe diyar bikin.

Ji bo agahiyên bêtir, li nûçeyê guhdarî bike!

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista