Qebûlkirin ji bo xwandina bilind îsal zêdetir e

1:04 min

Îro navên xwandekaran yên ku xwastiye payîza îsal li zanîngeh û xwandingehên bilind bixwînin hatin îlan kirin. Hejmara kesên ku hatine qebûl kirin ji ya par bêtir e.

Bi tevahî, 399 109 kesan yên ku xwandina lîseyê, ya amdeyî, temam kiriye xwastibû payîza îsal dest bi xwandina bilind bikin. Îsal daxwazker bi 7 000 kesan ji yên par bêtir bûn. Nêzîkî 279 300 xwandekar hatine qebûl kirin. Bi çav hejmarên payîza par, hejmara yên qebûlkirî îsal bi 4 133 kesan zêdetir e.

Peyamên qebûlkirina daxwazkeran di malpera antagning.se de hatine weşandin. Divê xwandekarê qebûlkirî yan yê ku reserv e heta 26-ê meha heftê qebûlkirinê erê bike da ku cihê wî yê xwandinê misoger bibe. Di 1-ê meha heştê de peyama duyê û dawiyê ya qebûlkirinê ji daxwazkerî re tê şandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista