Polîs: Herêmên teftîşê ne pêwîst in

1:49 min

Polîs dibêje ku nîşankirina hin herêmên teftîşkirinê, ango visitationszon, ne pêwîst e. Lê hêsankirina teftîşa xaniyan dê baştir be.

Serokê polîsên Malmöyê Stefan Sintéus ji radyoya P4 Malmöyê re got ku gava polîs gumanê dike ku çekek bi kesekî re heye, ew wî kesî yan tirombêla wî teftîş dike. Lewra, Sintéusî got, herêmên teftîşê tedbîreka zêde ye.

Ji bo agahiyên bêtir, li nûçeyê guhdarî bike!