Per Örneus:

”Rêvebiriya bakurê Sûriyê hewldaneke demokratîk e”

5:14 min

Nûnerê Wezareta Derve ya Swêdê yê pirsa Sûriyê, Per Örneus ku îsal biharê serdana rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê kiribû, rêvebiriya xweser a li wir weke hewldaneke demokratîk bi nav dike.

- Mirov dikare rêvebiriya li bakur-rojhilatê Sûriyê weke hewldaneke nisbeten demokratîk binirxîne. Ew piretnîkî, femînîstî ye û hewl dide di biryardanan de cî bide hemû pêkhateyên li herêmê.

Ev gotinên nûnerê Wezareta Derve ya Swêdê yê Sûriyê Per Örneus in ku îsal biharê çûbû rojavayê Kurdistanê, li wir bi rayedarên rêvebiriyê re hevdîtin pêk anîbûn.

Örneus qala çavdêriyên xwe yên ji bakurê Sûriyê heftiya derbasbûyî di semînerekê de kir. Semînera li xaniyê ABF ê Stockholmê ji aliyê Navenda Palme ve dihate li dar xistin.

Per Örneus ragihand ku êdî cîhan li rûxandin an jî daxistina rejima Baasê nagere. Niha daxwaza cîhanê ji rejimê guhertina reftar, yanî muameleyê. Daxwaz ew e rejim hinekî xwe nermtir bike.

Örneus wekî din behsa kêmasiyên binesaziyê yên li bakurê Sûriyê, weke av, ceyran û nexweşxaneyan kir û got herçend tu erd vêga di destê Daişê de nemaye jî ew bi hucreyên xwe yên razayî li firsendan digerin da êrîşan pêk bînin û dikin jî. Lê digel vêya jî wî behsa pêşveçûneke erênî kir.

- Nuqteya geşbîn li bakurê Sûriyê ew e ku rêvebiriya nîv-xweser di nav van şert û mercan de jî herêmê baş îdare dike.

Semînera li ABF ji aliyê siyasetvanê sosyaldemokrat Thomas Hammarberg ve hate birêvebirin. Ji bilî Örneus berpirsê Xaça Sor ê baskê Rojhilata Navîn Andrei Engstrand û nivîskarê kurd Omar Sheikhmous beşdar bûn.

Nûnerê Xaça Sor behsa rewşa kambax a li Sûriyê û bi taybetî jî ya bi milyonan koçberên hundir û xebatên dijwar ên Xaça Sor kir.

Omar Sheikhmous wêneyekî bakurê Sûriyê da beşdaran, giranî de gefên Tirkiyê û da zanîn ku di nêzîk de ew bi xwe wê serdana herêmê bike.

Li bakurê Sûriyê zêdetir ji 70 hezar jin û zarokên daişê ên di kampa al-Hol de hene. Di nav van de behsa derdorê 70 zarokên swêdî jî tê kirin ku piraniya wan bavê wan hatine kuştin û bi dayikên xwe re li wir in. Rêvebirên kurd gelek caran bang li hêzên cîhanî kirine ku yan welatiyên xwe bibin an jî li wir piştgiriya çareseriyekê bikin.

Pirseke sereke ku di semînerê de ji nûnerê hikûmetê yê Sûriyê dihate kirin ew bû bê çima Swêd van zarokan nayêne. Örneus destnîşan kir ku ev zarok di destê rêvebiriya wir de ne, yanî kilîda anînê ne di destê Swêd de ye, lê di heman demê de nîşan jî da ku Swêd halê hazir li anîna wan nagere.

- Li gor qaîde û prensîbên giştî nabe ku mirov zarokan ji dêûbavên wan qut bike. Û dayikên van zarokan kî ne û çi karê wan li wir heye? Ew li wir in ji ber ku ew tevlî Daişê bûne, gumanên cidî li ser wan hene ku ew jin bi xwe jî sûcdar in. Mayina wan a di wê kampê de ji ber wê ye ku ew li benda mehkemebûnê yan jî temambûna lêkolînê ne.

Tê zanîn ku ev demeke Swêd ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî ku Daişî lê werine darizandin dixebite. Per Örneus got hewldanên avakirinê bi xurtî berdewam in, lê wext lazime heta ew were danîn.