Rojnamevanekî Kurd mezintirîn xelata karê rojnamegeriyê wergirt

2:38 min

Rojnamevanê Kurd ê bi navê Karwan Ferej xelata Lukas Bonniers ku mezintirîn xelat karê rojnamegeriyê li Swêdê wergirt.

Karwan Ferej bi xwe xelkê Kerkûka başûre Kurdistanê ye û di temenê 14 salî de hatiye Swêdê û niha temenê wî 37 sal in. Karwan dokumentarek yan belgefîlmek li ser 3 kesên tevlî DAIŞê bûbûn amade kiriye ku di radyoya P3 de hatibû weşandin, lewma xelata paştirîn çîrokbêjê sala 201an li Swêdê wergirt.

Jotiar Murad

jotiar.murad@sverigesradio.se