Çima komeleyên kurd li Swêdê lawaz dibin?

9:45 min

Gelek yekîtî û rêxistinên kurd ên li Swêdê di van salên dawî de ji holê rabûne, hinek jî di rewşeke lawaz de ne.

Sebeb çi ne û çi dikare were kirin?

Em li mala Zinar Soran in. Ew ji destpêka avakirina Komeleya Nivîskarên Kurd ve di nav xebatên komeleyê de ye.

Soran dide zanîn ku berya avakirina vê komeleyê bi şeş salan, yanî di 1989ê de cara pêşî yekîtiyeke nivîskarên kurd li Swêdê tê avakirin, lê di 94ê de ew namîne. Bi hilweşandina wê re hewldaneke nû tê kirin û Komeleya Nivîskarên Kurd di destpêkê de bi 20 nivîskaran tê damezirandin.

Bi avakirinê re Komeleya Nivîskaran re dest bi weşandina kovareke demsalî ya bi navê Çira jî dike. Nivîsên kurmancî, soranî û zazakî di Çira de têne weşandin. Lê di sala 2000 de Çira tê rawestandin. Bes Komele wekî din xebatên xwe dewam dike. Û piraniya van çalakiyan bi hevkariya Kitêbxaneya Kurdî û Federasyonê Komeleyên Kurdistanê li Swêdê têne kirin.

Îcar di destpêka sibata îsal de Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê kongreya xwe ya 24ê li dar xist. Di vê kongreyê de Zinar Soran weke berpirsê aboriyê hate hilbijartin. Ez sûretekî ji vê kongreyê nîşanî Soran didim ku piraniya wan zilam, temenê wan mezin û kurmancîaxêv in. Soran dibêje rast e, pirsgirêkên komeleyê hene ku nikariye xwe bigihîne ciwan, jin û kurdên soranîaxêv.

Gazineke Zinar Soran li nivîskarên kurd ên Swêdê heye ku li gor wî ew li komeleya xwe bi qasî pêwiste xwedî dernakevin.

Fatma Savci helbestvaneke jin a 45 salî ye, ku heşt kitêbên wê hatine weşandin. Lê ew ne endama Komeleya Nivîskarên Kurd e. Ew dibêje sedema sereke ew e ku li Swêdê mirov pir mijûl e.

Em li vir behsa Komeley Nivîskarên Kurd li Swêdê dikin lê meseleya lawazbûnê, yekrengîbûne ne tenê pirsgirêkeke nivîskaran e. Bi dehan yekîtî û komeleyên berya 20 salan kurdên Swêdê li vir ava kirin îro ji binî nînin. Ji vî alî ve wextê mirov lê binêre ewa ku Komeleya Nivîskaran kariye ev 24 salin li ser piyan bimîne nimûneyek baş e jî, lê giraniya em di vê raporê de li ser disekinin sedemên lawazbûnê û bê çi dikare were kirin e.

Doçent Doktor Osman Aytar li Zaningeha Mälardalen lêkolînan li ser karê civaknasiyê dike. Ew dibêje bi pêşketina medyayên civakî re di cîhanê de bi giştî meyleke lawazbûna komeleyan tê ditin.

Lê di vir de weke kurd mirov îstisnayekê dibîne. Ew jî yekîtiyên ku weke xeta siyasî nêzîkî fikrê Öcalan têne hesibandin di nav wan de hem jin pir in, hem xort, hem jî kurdên ji beşên cuda hene, yanî bi her awayî dînamîzm û weke beşdarî pirrengiyeke berbiçav heye.

Osman Aytar balê dikişîne ser vê nuqteyê û dibêje awayê rêxistiniya siyasî a li welêt tesîrên xwe li vir jî didine der. Aytar dibêje tecrûbeya komeleyên nêzîkî PKKê nîşana wê yekê ye ku potansiyel heye, loma divê mirov xwe berçav re derbas ke. Li gor Osman Aytar berya her tiştî divê munaqeşeyeke navxweyî were kirin, teşxîsa rewşê were pêşdarîkirin. Metodên nû, li gor civak û teknîka nû werine peyda kirin û nexasim tehamul ji hev re were nîşandan.