Şîrketa alîkarîkirinê îznên karî yên sexte çêkirine

1:49 min

Kaseya sîgorteyê, Försäkringskassan, alîkariya ku dida mezintirîn şîrketa alîkarîkirinê, Nordica, rawestand. Guman heye ku wê şîrketê li ser kaxezê nîşan daye ku karkerên wê hene, lê derew kiriye.

Nordica Assistans şîrketa alîkarîkirinê ye. Şaredarî û Kaseya sîgorteyê wê û şîrketên wek wê wezîfedar dikin û pereyan didinê ku alîkarî û xizmetkariya kesên seqet û bêçare bikin.

Ji bo agahiyên bêtir, li nûçeyê guhdarî bike!