Wezareta derve tewsiye dike ku swêdî neçin Çînê

0:54 min

Ji ber belavbûna vîrûsa kronoyê, Wezareta karûbarên derve welatiyên Swêdê tewsiye dike ku bi yekcarî neçin devera Hubeyê ya Çînê ya ku nexweşiya kronoyê jê belav bûye.

Wezaretê ji welatiyên Swêdê dixwaze jî ku heger ji bo karekê giring nebe bila seferê nekin ti bajarên din yên Çînê. Lê sefer ji bo Hongkong û Macao ne tê de ye.

Şefa ragihandinê ya Wezareta karbûarên derve Maria Kruseê ji navenda nûçeyan ya Radyoya Swêdê Ekotê re got ku gava wezaret dibêje bila kes seferên nepêwîst neke, ew behsa seferên geşt û turîzmê dike. Lê, gava wezaret dibêje bila bi yekcarî kes seferê neke, ew behsa seferên bazirganî û resmî jî dike.