Omar Şêxmûs: "Helwesta Olof Palme ez şok kirim!"

4:12 min

Omar Sheikhmous behsa gotûbêjeke di navbera Olof Palme û Wilhelm Moberg de dike û dibêje helwesta Olof Palme ya li hemberî rexneyên tûj ez di nava şokê de hiştibûm.

Olof Palme di 28ê sibata 1986ê de li Stockholmê hate kuştin. Gava hate kuştin ew serokwezîr bû û qatilê wî hê jî nehtiye girtin.

Ji aliyekî din ve Olof Palme weke serokekî sosyaldemokrat muhra xwe li gelek gotûbêjan daye, bi helwest, gotin û kirinên xwe şopên xurt li ser gelek kesan hiştine. Û lewra heta îro jî nexasim di gotûbêjên siyasî de, gelek caran behsa wî tê kirin.

Yek ji wan kesên ku heyama Olof Palme xweş tê bîrê û helwesta Palme ew xistiye nav şokê de kesayetê kurd Omar Şêxmûs e.

Ji bo hevpeyvînê li rapora dengî guhdarî bike!