Korona

Divê bêhtir kes ji korona werine testkirin

1:27 min

Epîdemîologê dewletê Anders Tegnell dixwaze bêhtir kes li Swêdê werine testkirin bê vîrusa korona li wan heye yan na, lê halê hazir ev kapasîteya Swêdê nîne.

Epîdemîologê giştî yê dewletê Anders Tegnell ji Daîreya Tenduristiya Gelî dibêje:

– Ji roja ewil ve me hewl daye em du koman test bikin. Yek jê ew kesên têne nexweşxaneyan. Halê hazir di vî warî de pirsgirêkek nîne, ew têne testkirin. Grûpa duyem ku em dixwzin test bikin karmendên nexweşxaneyan, bi taybetî jî ew kesên ku bi pîrûkalan re kar dikine. Di wir de kêmasî hene, divê kapasîte were xurtkirin da bêhtir kes werine test kirin.