Siyaset

Hikûmet dixwaze ”qanûna korona” bixe dewrê

1:13 min

Ji bo ku biryarên derbarê korona de bikaribe bilez bide hikûmet dixwaze qanûneke demkî bixe dewrê. Lê pêşniyaza hikûmetê rastî rexneyan tê.

Hikûmet dixwaze desthilatdariya wê were xurtkirin da ku bikaribe kombûnên mezin asteng bike. Wek nimûne bazarên mezin, qehwe, salonên sporê bigire, ciyên bazirganiyê asteng bike, çûnûhatina gemî, trên û balafiran rawestîne.

Piştî rexneyên tûj ên ji Partiya Moderat û Partiya Çep hikûmetê qebûl kir ku heqê parlemanê hebe di nava 24 saetan de van biryaran veto bike, yanî bikaribe biryaran asteng bike.

Partiya sereke ya muxalefetê Moderat hîna rexnegir in û dixwazin mafê vetoyê yê parlemanê were xurttirkirin.

Pêşniyaz ew e ku ev qanûn ji 18ê nîsanê û pê de derbas bibe û sê mehan ew derbas bibe.