Sjöstedt: “Hebûna me di rapora Tirkî de belgeya riya me ya rast e“

4:46 min

Ji nav partiyên swêdî ya ku herî zêde di rapora Tirkî de êrîş lê têne kirin Partiya Çep e. Serokê partiyê Jonas Sjöstedt dibêje ew şaş nemaye.

Em vê weke belgeyeke girîng dihesibînin ku partiya sereke ne ku herî zêde piştgiriyê dide têkoşerên demokrasiyê li Tirkiyê.

Belê, berya niha me ragihandibû ku weqfa bi navê SETA ya pir nêzîkî rejima Tirkiyê raporek bi navê “Rêxistiniya PKK li Ewrûpa“ belav kiriye û di vê raporê de gelek kes, rêxistin û partiyên swêdî jî weke “alîgirên terorê“ têne teşhîr kirin. Û reaksiyonên li ser raporê li Swêdê berdewam in.

Di raporê de behsa zêdetir ji 20 partî, komele û rêxistin tê kirin. Ji nav partiyên swêdî ya ku herî zêde behsa wê bi xerabî tê kirin Partiya Çep e. Serokê partiyê Jonas Sjöstedt, parlamenterên wê Amineh Kakabaveh, Jacob Johansson, nûnera wan li Parlamena Ewrûpa Malin Björk û çend nûnerên partiyê yên din têne binav kirin ku ew tevlî çalakiyên cuda yên PKKê dibin û bi rengên cuda destekê didine “terorê“.

Heta, nivîskarê raporê yê beşê Swêdê pêşniyaz dike ku “tedbîrên hiqûqî“ li hemberî Partiya Çep werine girtin. Sjöstedt dibêje ev rêbazeke çavtirsandinê ye:

Li Tirkî ji bo têkbirina HDP wiha tev digerin. Niha dixwazin vê zordariya xwe derbasî Swêdê jî bikin û her kesê desthilatdariya Erdogan rexne dike bêdeng bikin. Loma jî ez dibêjim gereke hikûmeta Swêd bi tundî li hemberî vê raporê derkeve.

Û duh Wezareta Derve ya Swêdê di bersiveke nivîskî ku ji me re şiyandin de dane zanîn ku ew derheqê raporê de bi sefareta Tirkiyê re diaxivin û wan ji sefaretê re behsa nêrîna xwe ya li ser teşhîrkirina kesan kirine.

Rapora behsa wê tê kirin ji aliyê weqfa SETA ve hatiye weşandin. SETA rêxistineke di bin navê bîrsazî, ango ewa ku bi swêdî dibêjin “tankesmedja“ bi ingilîzî dibêjin “think-tank organization“ kar dike.

Duh êvarnameya Aftonbladet girêdaneke xurt a navbera AKP û vê saziyê weşand. Sernivîsarê Aftonbladetê Daniel Swedin diyar kir ku şefê SETA Serhat Albayrak e. Ev kes birayê mezin ê wezîrê maliyê yê Tirkî Berat Albayrak e û heman wezîr herwiha zavayê Recep Tayyip Erdogan e.

Me dikariye em piştrast bikin ku ev agahiyên Aftonbladetê rast in. Di lêgerîna xwe de herwiha me dît ku serşêwirmendarê Erdogan, Ibrahim Kalin yek ji avakerên SETAyê ye.

Bes, wezareta derve ya Swêdê dîsa jî di bersiva ku ji me re şiyandine de wiha nivîsandine: “Wezareta derve bi qenaeta ku ev rapor ne siyaseta resmî ya Tirkî ye tev digere“.

Jonas Sjöstedt vê nerînê i cî de nabîne.

Ev ne saziyeke hewante ye. Girêdanên van ên rasterast bi desthilatdariya Tirkî re heye.

Partiya Çep berê gelek caran desteka xwe bi taybetî ji bo HDPê nîşan dane. Jonas Sjöstedt bixwe ji bo ku tevlî dadgehkirina Selahattin Demirtaş bibe çend caran çûye Tirkî.

Bi baweriya Sjöstedt amanca sereke bi raporê bêdengkirina rexnegiran li Tirkî û derveyî Tirkiyê ye, lê dibêje ew ê serî ne tewînin.

Ez ê di pêş de jî ji bo beşdarbûna mehekemeyên serokên HDP yan jî çavdêriya hilbijartinan çime Tirkiyê û nîşan bidim ku ew nikarin me bêdeng bikin.


Beşir Kavak
besir.kavak@sverigesradio.se


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista