Hikûmet 200 milyon kronî dide îmkana xwepêşxistinê

2:04 min

Wê îmkan bê dayin ku karkerek ji bo bikaribe xwe pêş bêxe yan jî şîrketekê veke heta salekê dûrî karê xwe bimîne.

Hikûmet ji bo bicîanîna vê daxwaza Partiya Jîngehê (Miljöpartiet) 200 mîlyon kronî diveqetîne.Isabella Lövin, berdevka Partiya Jîngehê ye:

Di hin branşên wek nimûne lênerîn û guhpêdanê de karker kêm in. Bi vê îmkanê re mirov dê karibin perwerdeyê bibînin da bi awayekî xurttir tevî bazara kar bibin.

Hikûmet ji bo vê sala bê 200 mîlyon kron dide vê pêşniyaza xwepêşxistinê

Hin partiyên siyasî, yekîtiya karbidestan Svenskt Näringsliv û sendîqeya karkeran a herî mezin LO pêşniyazê rexne dikin. Lê pêşniyaz bi dilê yekîtiyên mamoste û doktoran e.

Berê jî tiştekî bi navê ”sala serbest” hebû, ku tu encamên berbiçav jê nehatine girtin. Lê Lövin dibêje tu elaqeyê pêşniyaza niha bi wê pêşniyazê re nîne.

Di vê salê de mirov vala namîne, mirov dê lê bigerin xwe pêş bêxin û ev hem ji kesan, hem jî ji civakê re baş e.

Bi vê pêşniyazê re mirov dê xwe pêş bêxin da ciyê xwe yê di bazara kar de xurt bikin. 100 hezar kesên li Swêdê ku welatên xwe xwedî meslek bûn hene Li Swêd doktor hene ku îro şofêrtiya taksiyan dikin. Ev ji bo van kesan îmkaneke ku giraniyê bidine meslekê ew jê fam dikin.