Hevwelatiyê Swêdê yê li Tirkî asê mayî vegeriya

5:26 min

Vedat Guzel hevwelatiyê Swêdê û Tirkî ye. Herçend gumana tu tawanbariyan lê nedihate kirin jî Tirkî ji 2016ê ve nedihişt ew derkeve derve, lê berya çend rojan êdî ew vegeriya Swêdê.

  • Ji ber ku ciyê wî lê kar dikir hatibû girtin Tirkî nedihişt ew derkeve, lê tu caran lêpirsînek di heqê wî de nehate vekirin.
  • Ji havîna 2016ê ve Tirkî ne dihişt ne ew kar bike ne jî ji Tirkî derkeve.
  • Guzel dibêje raporên ku Radyoya Swêdê di heqê wî de weşandin feydeyeke mezin danê.

Ji bo hevpeyvîna bi Vedat Guzel re li rapora dengî guhdarî bike!