Hem partiya Navendê (Centerpartiet) hem jî Lîberal radigihînin ku ew daxwaza bêbaweriyê ji bo wezîrê Parastinê Peter Hultqvist nakin. Ev tê wê wateyê ku desteka ji bo jiwezîfêdanîna Hultqvist di parlamenê de têr nake.
- Daîreya Veguhastinê.
Wezîrê parastinê, Peter Hultqvist û yê karên hundirîn Anders Ygeman li ser skandala Daîreya Veguhastinê îfadeyê didin.
- Liberalerna.
Di partiya Liberalan de qayişkêşiyeke serokatiyê dest pê dike. Birgitta Ohlsson duh eşkere kir ku ew xwe di ber serokatiya partiyê re dike.
Desteka ji bo Demokratên Swêdê (SD) bilind dibe û di heman demê de ya ji bo Moderatan dadikeve. Li gor lêkolîna dawî ya SCB partiya duyem êdî Demokratên Swêdê ye.
- Liberalerna.
Sebeba gengeşiyên di hundirê partiya Liberal de berjewendiyên şexsî ne. Ev nêrîna endamê serokatiya Liberalan li Uppsala Ismail Kamil in.
- Liberalerna.
Birgitta Ohlsson ji rêvebiriya grûpa partiyê ya parlemanê îstifa kir û lîberalên herêma Kronoberg dixwazin kongreya partiyê zûtir were li dar xistin.
Çendîn pêşengên partiya Lîberalan ji Birgitta Ohlsson aciz in ku ew ne li gor xeta partiya xwe tev digere û daxwaza îstifaya wê dikin.
- Jan Björklund:Almedalen.
Heftiya siyasî ya Almedalen roja yekşemê li navenda Visby li girava Gotlandê dest pê kir. Yekem axavtvanê heftiya siyasî serokê Lîberalan Jan Björklund bû û wî giranî da giringiya Yekîtiya Ewrûpa.
Gelo helwesta hikûmet û parlemana Swêdê beramber îlana Federasyona Rojava û bakurê Sûriyê çi ye?
- Gotûbêj
Li ser şerê dawî yê li bakurê Kurdistanê, zordariya tê kirin, îdiayên ku Tirkî alîkariyê dide Daişê û daxwaza derxistina PKK ji lîsteya terorê Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallström çi dibêje?
- Li bakurê Kurdistanê ev çend meh in rewşeke pir dijwar heye. Êrîşên xedar li ser hejmarek bajar hene, lê li hember vê pêşveçûna talûke ji Swêd û Ewrûpa dengên bilind nayêne bihîstin. Çima?
- Liberalerna.
Dawiya heftiyê Partiya Gel (Folkpartiet) komcivîna xwe ya neteweyî li dar xist û navê xwe guhert. Navê partiyê êdî partiya Lîberalan e.
Partiyên Swêdê pêşniyazên xwe eşkere dikin bê Swêd gereke bi çi rengî destekê bide şerê li hemberî Daişê.
Pêşniyaza Partiya Ҫep ew e ku alîkarî ji bo kurdên Rojava were şandin.
- Moderaterna.
Duh Anna Kinberg Batra, seroka partiya sereke ya muxalefetê Modereatan ragihand ku ew dixwazin sînor werine kontrol kirin. Moderat herwiha dixwazin koçberên ji dewletên din yên Yekîtiya Ewrûpa tên vegerîne.
Pîvana raya giştî ya swêdî, Svensk Väljaropinion, ku berhevkirineke hemû pîvanên raya giştî ye, ku Novus ji beşa nûçeyan ya Radyoya Swêdê Ekot re çê dike, nîşan dide ku hevbenda burjuwa, Alliansen, bo cara yekem piştî sê salan ji partiyên sorekesk mezintir e.