• Serokê Partiya Çep - Vänsterpariet Lars Ohly duh di civînek çapemeniyê de eşkere kir ku ew di kongra partiyê ya di destpêka sala 2012ê de xwe di ber berendamtiya serokatiya Partiya Çep re nake. Sekretera çapemeniyê ya Partiya Çep Hediye Guzel qala "kurdîtiya" Lars Ohly dike û favoriyê xwe ji nav berendaman destnîşan dike.

  • Heftîya siyasî ya Almedalen li Visby doh bi dawî hatî. Serokê partîya demokratên Swêdê, Jimmy Åkesson dora 400 kes kişandibû Almedalenê û demokratên xiristîyanî bi qasî wan kêm kes kişandibûn. Lê yê bi dora deh carî li wan, ango 4200 kes kişandibû Almedalen, serokê nû yê partîya sosyaldemokratan Håkan Juholt bû bi doza wekhevîyê di civaka swêdî de.

  • Li gor serokê Sverigedemokratan Jimmy Åkesson stratejiya partiya wî ya çeprast ku di parlemanê de  meşandiye berhema xwe daye.

    Roja yekşemê dora Demokratên Swêd (Sverigedemokraterna) ye ku li Almedalen axavtina xwe pêşkêş bikin. Serokê SD Jimmy Åkesson diyar dike ku wan di gelek biryarên girîng de dengê xwe yê tayînker baş bi kar anîne, ew xwedîgotinin bûne û vêga hemû partiyên din hesaba ji wan dikin.

    Åkesson herwiha îdîa kir ku partiyên din bi wan re diaxivin lê ji ber ku berya hilbijartinan soz dabûn gel ew newêrin vê eşkere bikin.

    Derbarê siyaseta penaberan de jî serokê Demokratên Swêdê Jimmy Åkesson got ew tenha partîne ku li hember siyaseta penaberan ya bêberpirsiyarî tevdigerin.

  • Seroka partîya navendê Maud Olofsson doh axaftina xwe ya herî dawî li Almedalen pêşkêş kir. Di axaftina xwe de êrîşî serokê partîya sosyaldemokratan Håkan Juholt kir û giranî danî ser giringîya ku destê xwe li perên dewletê birigire.

  • Fikarên pêşerojê mijara xeberdana serokwezîr Fredrik Reinfeldt bû.

    Pirsgirêkên mezin yên pêşerojê, mîna zêdebûna nufûsa cîhanê babetên sereke bûn di axavtina serokwezîr Fredreinfeldt de ku duh li Almedalen ya Gotlandê kir.

    Reinfeldt bal kişand ser ku hijmara insanan ber bi nih milyaran ve diçe û li welatên pêşketî jî nufûsa ciwanan kêm dibe.

    Navenda siyaseta Swêdê vêga Almedalen e û dengûbasên ji wira di weşana Zayele ya îro de tên weşandin.

Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista