Förödelsen efter branden på Gottsundaskolan
Dibistana Gottsunda piştî şewatê. Wêne: Svenska Besiktningshuset Intressenter AB

Felek Doyu li Uppsala: "Ji duh ve dilê me dişewite!"

3:34 min

Duşemê li Uppsala, taxa Gottsunda xwendegehek bi temamî şewitî û bi sedan zarokên li wir dixwendin mane bê dibistan.
Mala Felek Doyu nêzîkê vê dibistanê ye û çar zarokên wê li wir xwendine. Felek dibêje bi şewitandina dibistanê re ew pir xemgîn bûne.

Polîs li ciyê şewatê du keçên bin 15 salî re girtine. Tê ragihandin ku ev keçik nediçûne vê dibistanê, lê bi gumana ku wan agir bi dibistanê xistibin pêşlêkolînek di heqê wan de hatiye vekirin.

Ji bo guhdariya hevpeyvînê li rapora dengî guhdarî bike!

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista