Rohat Alakom på Kurdiska Biblioteket. Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio
Rohat Alakom nivîskarê kitêba "Kurdên Swêdê" ye. Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio

Kurdên destpêkê diaxivin

Semînera kurdên destpêkê
1:46 min

Roja şemiyê li Kitêbxaneya Kurdî kurdên pêşî hatinî Swêdê wê biaxivin.

Îsal 2015 weke 50 saliya kurdan ya Swêd tê nirxandin. Bi vê munasebetê roja şemiyê li Kitêbaxaneya Kurdî ya Stockholmê çend ji kurdên destpêkê wê biaxivin.

Di semînera li kitêbxaneyê de ji kurdên destpêkê Cemal Alemdar, Omer Sheikhmous û Reşo Zîlan wê behsa hatina xwe ya Swêdê bikin. Pêşkêşiya semînerê Rohat Alakom wê bike. 

Berya sala 1965ê jî hin kurd li Swêdê hebûn. Lê li gor lêkoler Rohat Alakom cara pêşî di 65ê de zêdetir ji sê kurdan li hev kom bûne û bi nasnameya xwe derketine pêş. 

Rohat Alakom dibêje ew li bendê bû 50 saliya kurdan ya li Swêd bi şahiyên mezin were pîroz kirin û bêdengiyê weke kêmasiyeke mezin dibîne.

Pêwendîdar

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".