Katarina Idegård koordînatora kar û xebatên li hember şîdet û tadeyên girêdayî namûsê li şaredariya Göteborg.
Katarina Idegård koordînatora kar û xebatên li hember şîdet û tadeyên girêdayî namûsê li şaredariya Göteborg. Wêne: Josipa Kesic / Sveriges radio

Dibe ku gelek zarok ji Göteborg bi zorê hatibin zewicandin

2:23 min

Neh zarok piştî bêhinvedana havînê venegeriyane dibistanên xwe li Göteborg. Tirs heye ku ew bi zorê ji aliyê dêûbavên wan ve li welatên dêûbav jê hatine, hatibin zewicandin.

Helena Kollberg birêvebera Vättendalsskolan diyar dike ku tirsa zewicandina zarokan di nav şagirdên dibistana wê de tê dîtin. Ew dibêje divê dibistan û lîseyan pêwendiyeke xweş bi dêûbavan re hebe. û ew bêhtir û berdewam gotûbêj û sohbetê li gel dêûbavan li ser tradisyonên welatên ew jê hatine û mafên mirovan û peymana navnetweyî ya mafên zarokan bikin.

Ji bo rêgirtinê li ber zewaca zarokan ya îcbarî şaredariya Göteborg bihara îsal gav û tedbîrên cidî girtine ber. Ji bo nimûne ji karmendên şareadiyê hat xwestin ku haya wan ji vê pirsgirêkê hebe. Lê tevî wê jî neh zarok vê payîzê nehatine xwendingehên xwe. Şik heye ku ew zarok bi zorê li welatên dêûbavan hatibine zewicandin.

Halê hazir û ji bo destnîşankirina zarokên piştî bêhinvedana havînê nehatine nav sinifên xwendinê li xwendingehên xwe daxwaza zanyariyan ji hemî dibistanên bingehîn û lîseyan li Göteborg hatiye kirin.

Katarina Idegård ku li şaredariya Göteborg koordînatora kar û xebatên li hember şîdet û tadeyên girêdayî namûsê ye diyar dike ku ew li ser neh haletan hatine agahdar kirin.

Ew dibêje daîreya xizmetên civakê bi piraniya wan haletan hatiye agahdar kirin û gilîname jî li ser haletekê ji wan li cem polîsan hatiye qeyd kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".